Amerîka êdî çekan naşîne Ukraynayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Koçka Spî radigihîne, "Ji ber ku berjewendiyên Amerîkayê ji bo me li pêşiyê ne, em dê şandina çekan ji bo Ukraynayê rawestînin."
Berdevka Koça Spî Anna Kelly ji CBS Newsê re ragihand, "Ji bo ku berjewendiyên Amerîkayê li pêşî her tiştekî bên danîn, ev biryar hatiye dan. Ev jî piştî nirxandina Wezareta Bergiriyê ji bo piştevaniyên leşkerî û alîkariyên welatê me ji bo welatên din ên sernaserî cîhanê."
Berpirsekî Amerîkayî her ji wê çavkaniyê re ragihand ku, ev yek ji ber kêmbûna çek û teqemeniyan li embarên Amerîkayê bû.
Rêveberiya Trump piştrast nekiriye ku rawestandina hinadekirina çekan ji bo Ukraynayê dê kîjan celebê çekan vegire.
Alîkarê Wezîrê Bergiriyê ji bo Siyasetê Elbridge Colby şevêdî di wî warî de got, "Wezareta Bergiriyê li ser dabînkirina bijardeyên bihêz ji bo Serokê Amerîkayê ji bo berdewambûna li ser alîkariyên leşkerî ji bo Ukraynayê berdewam e, ev jî li gorî armanca wî ya bidawîanîna vî şerê sê-salî ye."
Elbridge Colby amaje jî da, "Herwesa Wezareta Bergiriyê lêkolînan ji bo bidestxistina vê armancê û parastina hêzên Amerîkayî dike.”
Ji dema dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve li Sibata 2022ê, Amerîkayê bi dehan milyar dolar wekî alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kirine.