Artêşa Îsraîlê "Şaneyeke Îranî" li başûrê Sûriyeyê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, hêzên wê di operasyoneke li başûrê Sûriyeyê de, "şaneyeke têkderan a ku ji aliyê Îranê ve dihat birêvebirin" desteser kiriye.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Artêşa Îsraîlê îro 2ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de belav kir, operasyon bi şev li ser axa Sûriyeyê pêk hatiye û di encamê de komek kesên ku guman heye pêwendiya wan bi Îranê re hebe, hatine girtin.
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Îsraîlê "operasyon li du bajarokên sînorî yên li başûrê Sûriyeyê, pêk anîne." Her wiha hat destnîşankirin ku biryara operasyonê "li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî yên ku di encama lêpirsînên cuda yên hefteyên dawî de hatine bidestxistin" hatiye dayîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, di encama operasyonê de hejmarek endamên "yekîneyeke terorîst a ku Îran birêve dibe" hatine girtin û di dema girtinê de dest li ser çekên sivik û bombeyên destan jî hatiye danîn.
Îsraîlê ji meha Berçileya 2024an ve, piştî rûxana rejîma serokê berê Beşar Esed, bi dehan êrîşên esmanî, bejahî û deryayî li dijî binkeyên leşkerî yên artêşa berê ya Sûriyeyê pêk anîne.
Her wiha, hêzên Îsraîlê ketine nav herêma tampon (herêma bêçek) û li Girên Golanê, Çiyayê Şêx û deverên din ên başûrê Sûriyeyê hebûna xwe berfireh kirine.