PWK di salvegera Komkujiya Sêwasê de: "Qesas û piştgirên wan nehatine cezakirin"

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya 32yemîn salvegera Komkujiya Sêwasê, daxuyaniyek belav kir û kesên ku di 2ê Tîrmeha 1993an de li Otêla Madimakê hatibûn kuştin, bi rêzdarî bibîr anî.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya PWKê ve hatiye weşandin de, hat destnîşankirin ku tevî ku 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûne jî, kujer û kesên li pişt wan nehatine eşkerekirin û cezakirin.

"Li ber çavên dewletê êrîş kirin"

PWKê di daxuyaniya xwe de amaje bi bûyera hovane ya 2ê Tîrmeha 1993an kir û da zanîn, di çarçoveya Şahiyên Pîr Sultan Abdal de, komeke mezin bi awayekî hovane êrîşî Otêla Madimakê kirine ku rewşenbîr û hunermendên beşdarî şahiyê lê diman.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Êrîşkeran bi sloganên weke ‘Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Otêlê û otêl şewitandin. Di encamê de 33 rewşenbîr û hunermend û 2 xebatkarên otêlê bi şewatê û dûxanê jiyana xwe jidest dan."

"Binpêkirina mafê jiyan û ramanê bû"

PWKê ev êrîş weke "binpêkirina mafê jiyanê û êrîşek li dijî mafê ramanî û baweriyên cuda" pênase kir. Herwiha bal kişand ser wê yekê ku dozên derbarê komkujiyê de hatin vekirin bêencam mane û heta roja îro jî berpirsyar nehatine darizandin.

Di dawiya daxuyaniyê de, PWKê êrîşker û kesên li pişt wan û parêzvanên wan bi tundî şermezar kirin û di 32emîn salvegera bûyerê de qurbaniyên komkujiyê bi rêzdarî bibîr anîn.

 
Fly Erbil Advertisment