Piştîwan Sadiq: Pirsgirêka mûçeyan dê van rojan çareser bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Piştîwan Sadiq, siyaseta Bexdayê ya li hember Herêma Kurdistanê bi "şêwazekî nêzîkî yê Enfalan" binav kir û ragihand, bi hewlên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pirsgirêka mûçeyan di rojên pêş de dê were çareserkirin.

Piştîwan Sadiq îro 2ê Tîrmehê di nivîseke xwe ya li ser tora civakî ya "Facebook" de, siyaseta birîna mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve bi tundî rexne kir û got: "Tiştê ku Bexda dike, birçîkirina xelkê Kurdistanê ye. Qonax bi qonax, cudahiyeke wê ya mezin ji şêwazên êrîşa Enfalê nîne, ji ber ku eqlîyet ber bi heman eqlîyetê ve diçe."

Sadiq amaje bi wê yekê kir, sitema ku niha ji aliyê dewleta federal a Iraqê ve li hember Kurdan tê kirin, rê li ber çareseriyeke demdirêj digire. Herwiha got, "Serkirdeyên siyasî dixwazin çareseriyên demkî peyda bikin, lê ev siyaset baweriyê dirizîne. Heya ku Iraq negihîje wê baweriyê ku Kurdistaneke aram û pêşketî, sermayeyeke jiyanî ye ji bo Iraqeke aram û parastî, em nikarin bi awayekî saxlem bi hev re tevbigerin."

Endamê Polîtburoya PDKê herwiha bal kişand ser wê yekê, avakirina baweriyê li cihekî ku "dîrokê tenê tovê xiyanetê lê çandiye", xebateke cidî û bêwestan dixwaze û got ku ev xebat ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve bi cidiyeteke mezin tê meşandin.

Di dawiyê de Piştîwan Sadiq tekez kir: "Bi hewlên berdewam ên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di van rojên pêş de pirsgirêka mûçeyan dê çareser bibe, ku ew mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye. Bêguman Hikûmeta Herêmê jî xwe bi berpirsê mafên wan dizane, lewma Serokê Hikûmetê gelek caran dibêje: Karmend erk in li ser milên me û em deyndarên wan in."

 
Fly Erbil Advertisment