Kurdistan24 daxwazê ji Asayîşa Rojava dike ku karmendê wê Raman Ebdilselam Hiso yekser berde

Navenda Nûçeyan (K24) - Dezgeha Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Medyayê di ragihandinekê de daxwazê ji Asayîşa Rojava dike ku karmendê wê Raman Ebdilselam Hiso azad bike, ku ji bo serdana kesûkarên xwe çûye Rojavayê Kurdistanê û Asayîşa Rojava ew girtiye.
Ev jî tekista ragihandina Kurdistan24ê ye:
Hevkarê me Raman Ebdilselam Hiso li roja 01ê Tîrmeha 2025ê bi kurê xwe yê şeşsalî Mîral Raman Ebdilselam re, bi merema serdana kesûkarên xwe û derbazkirina bêhnvedana havînê çû Rojavayê Kurdistanê. Li gorî haydariyên dayika Raman, piştî gehiştinê ew ji hêla Asayîşa Deriyê Sêmalka ve hatiye girtin û piştî çend seetan hatiye berdan. Piştre jê re hatiye gotin ku, roja paştir seet 10ê spêdê serdana Asayîşa Giştî ya Amûdê bike, li wê derê hatiye girtin û her çende ti sûcdariyek li dijî wî nehatiye kirin jî, çarenivîsa wî hîn ne diyar e.
Raman Ebdilselam Hiso karmendê Kurdistan24ê ye û xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye, li sala 2014ê hatiye Herêma Kurdistanê û ev pênc sal in ku ew li dezgeha Kurdistan24ê dixebite. Wî berî çend rojan destûra fermî ji dezgehê xwest, da ku serdana Rojavayê Kurdistanê û kesûkarên xwe bike.
Dezgeha Kurdistan24ê daxwazê ji aliyên peywendîdar û Asayîşa Rojava dike ku, karmendê wê Raman Ebdilselam Hiso yekser bê berdan û ronkirineke pêdivî li ser girtina wî bê dan.
Dezgeha Kurdistan24ê
03ê Tîrmeha 2025ê