Raman Ebdilselam hat azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî demeke kêm li Rojavayê Kurdistanê, Asayîşa Rojava hevkarê me Raman Ebdilselam Hiso azad kir.
Piştî belavkirina ragihandina dezgeha medyayî ya Kurdistan24ê û mêvankirina dayika hevkarê me Raman di bultena nûçeyan a seet 7ê êvarê de, ku bi zaravayê Kurmancî tê weşandin, Asayîşa Rojavayê Kurdistanê hevkarê me Raman Ebdilselam azad kir.
Piştî azadkirinê, hevkarê me Raman niha vegeriyaye cem kesûkarên xwe li Rojavayê Kurdistanê.
Hevkarê me Raman Ebdilselam Hiso li roja 01ê Tîrmeha 2025ê bi kurê xwe yê şeşsalî Mîral Raman Ebdilselam re, bi merema serdana kesûkarên xwe û derbazkirina bêhnvedana havînê, çû Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî haydariyên dayika Raman, piştî gehiştinê ew ji hêla Asayîşa Deriyê Sêmalka ve hatibû girtin û piştî çend seetan hatibû azadkirin. Piştre jê re hatibû gotin ku, roja paştir seet 10ê spêdê serdana Asayîşa Giştî ya Amûdê bike, li wê derê bê hebûna çi belge û tawanekê hatibû girtin.