Muqteda Sedir: Yê ku dikare bila tevlî hilbijartinan nebe

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan Muqteda Sedir îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) tekez kir ku, ew dê tevlî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê yên bên nebin heta ku milîşya neyên hilweşandin.
Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan Muqteda Sedir îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) bi qelemî li ser kaxezekê nivîsiye, "Yên ku dikarin, bila tevlî hilbijartinan nebin. Yên ku nikarin jî, bila rêya tama desthilatdariyê bidin ber xwe."
Sedir herwesa gotiye, “Rastî binecih nabe, derew jî naşkê, tenê heke bi radestkirina çekan ji dewletê re, hilweşandina milîşyayan, xurtkirina artêşê û polîsan, garantîkirina serxwebûn û bindestnekirina Iraqê, û bi cidî şopandina çaksaziyê û hesabpirsîna li gendelkaran nebe.”
Rêberê Tevgera Neteweyî ya Şîeyan di dawiya peyama xwe de jî haydarî daye, "Tiştê ku veşartî ye mezintir e."
Muqteda Sedir li roja 27ê Adara 2025ê peyamek parve kiribû û tê de ragihandibû, “Em dê tevlî pêvajoya siyasî ya paşerojê ya Iraqê nebin, ku tenê ji bo berjewendiyên mezhebî û partî ye.”
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja 09ê Nîsana 2025ê ragihandibû ku, Encûmena Wezîrên Iraqê bi piraniya dengan roja 11.11.2025ê wekî roja hilbijartinên bên ên Encûmena Nûnerên Iraqê destnîşan kir.
