Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê: Agirê daristana Îzmîrê hat kontrolkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev çend roj in ku agir berbûye daristanên Îzmîr, Bursa û Kutahyayê. Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê jî dibêje, “Agirê daristanên Çeşmeya girêdayî parêzgeha Îzmîrê hatiye kontirolkirin.” Eşkere jî dike, “Ji ber şewatên Tirkiyeyê, zirar gihîştiye nêzîkî 81 hezar hektaran.”
Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Ibrahim Yumaklı îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Agirê daristananên Çeşmeya girêdayî parêzgeha Îzmîrê hatiye kontrolkirin û bizavên kontrolkirina agirê Odemîş û Bocaşê jî berdewam dikin.”
Ibrahim Yumaklı di derheqa bizavên dawiyê yên vemirandina agirê daristanan de amaje da, “Piştî bizaveke baş, agirê daristanên Çeşmeya girêdayî parêzgeha Îzmîrê hatiye kontirolkirin û bizavên kontirlkirina agirê deverên Odemîş û Bocaşê jî bi rêyên asmanî û bejahî berdewam dikin.”
Keşûhewayê germ û bayên bihêz bûne sedema belavbûna bilez a agirî. Bi tevahî nêzîkî 80 hezar û 957 hektarên erdî ji ber şewatan li seranserî Tirkiyeyê zirar dîtiye.
Li gorî amarên AFADê, 44 hezar û 778 welatî rasterast ketine bin bandora şewatan. Herwesa ji ber şewatan çend taxên parêzgehên cuda cuda hatine berdan û çend cadeyên sereke jî hatine daxistin.
