Erdogan: Em li beranberî bizavên Netanyahu bo guhertina deverê bi gola xwînê bêdeng nabin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje, “Siyaseta şerxwazane ya Îsraîlê gefan li aramî û tenahiya devera me dike.” Tekez jî dike, "Em li beranberî bizavên Netanyahu li deverê bêdeng nabin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de li nav gera 17ê ya Lûtkeya Rêkxistina Serên ECOyê got, “Siyaseta şerxwazane ya Îsraîlê gefan li aramî û tenahiya devera me dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê tekez jî kir, “Divê em hemî ji bo rawestandina hovîtiyên li dijî Xezzeyê kar bikin, ku nêzîkî 57 hezar kesan bûne qurbanî.”
Erdogan di derheqa êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de jî ragihand, "Me ji roja yekê ve gotiye ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Îranê nayên qebûlkirin û me gelek bizav jî kir ku, devera me ji bo nav karesateke mezin neyê rakêşan.”
Navbirî herwesa got, “Em hêvî dikin ku agirbesta di navbera her du welatan de bibe sedema peydabûna aştiyê."
Serokkomarê Tirkiyeyê ron jî kir, "Paşxaneya êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnan, Sûriye û Îranê siyaseta neçarkirina Filistînê ye ku teslîm bibe." Tekez jî kir, "Em li hember bizavên desthilata Netanyahu ji bo guhertina deverê bi gola xwînê bêdeng nabin."