Siyamend Haco: Sîstema federalî baştirîn çareserî ye bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hanoverê yê Almanyayê, bi serpereştiya Enstîtuya Xwendinên Kurdî li Ewropayê, konferansek ji bo ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê tê lidarxistin. Konferansa ku dê du rojan berdewam bike, li ser sîstema nenavendî û federalîzmê weke çareseriyekê ji bo paşeroja Sûriyeyê radiweste.

Di konferansê de ciwanên ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê, wek Kurd, Ereb, Aşûrî, Elewî û Durzî beşdar bûne, da ku li ser modelên rêveberiyê yên nenavendî û rola wan di avakirina Sûriyeyeke nû de nîqaşan bikin.

Derbarê armanca konferansê de, endamê Enstîtuya Xwendinên Kurdî li Ewropayê Siyamend Haco ji K24 re ragihand, armanca wan ew e ku ciwanan li ser girîngiya sîstema federalî û nenavendî agahdar bikin.

Siyamend Haco got: "Me xwast ev ciwanên Sûrî, ku ji hemû pêkhateyan in, li ser pirsa nenavendîbûnê biaxivin û fêr bibin ka çima sîstemeke nû ji bo Sûriyeyê pêwîst e. Sedema sereke ya şoreşa 2011an ew bû ku li Sûriyeyê desthilat di destê komeke biçûk de bû û biryar hemû li Şamê dihatin dayîn. Lewma pêwîst e em ji vê tecrubeyê fêr bibin.”

Herwiha Siyamend Haco bal kişand ser wê yekê ku sîstema navendî ya li Sûriyeyê ziyaneke mezin gihandiye hemû gelan, bi taybetî jî Kurdan, ku rastî polîtîkayên înkar û zextê hatine.

Tekez kir jî, federalîzm ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê çareseriya herî baş e û got: "Federalîzm ji bo Elewiyan, ji bo Suniyan û ji bo hemû pêkhateyên din baş e, ji ber ku rê dide her herêmekê ku biryarên xwe bi xwe bide û karûbarên xwe bi rê ve bibe. Divê paşeroja Sûriyeyê li ser bingeha nenavendîbûnê û rêzgirtina li mafên mirovan ava bibe û sîstema federalî ji bo vê yekê sîstema herî baş e."

 

 

Fly Erbil Advertisment