Serokên Şaredariyên Edene, Semsûr û Antalyayê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve tê meşandin de, îro di operasyoneke nû de 11 kes hatin binçavkirin. Tê ragihandin ku binçavkirina şaredaran bi gumana "gendeliyê" pêk hatiye.
Operasyona ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibû destpêkirin, berfirehtir bû. Îro di encama operasyoneke nû de, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar, Serokê Şaredariya Semsûrê Abdurrahman Tutdere û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Bocek hatin binçavkirin.
Her sê serok şaredar jî endamên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne.
Li gorî agahiyên ku ji Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê hatine wergirtin, di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayîn û heta niha 11 kes hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku binçavkirina Karalar û Tutdere bi gumana "gendeliyê" pêk hatiye. Ev operasyon weke beşek ji lêpirsîna sereke ya ku li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu tê meşandin, tê dîtin.