Amedsporê cil û bergên sezona nû û armancên xwe aşkere kirin

Diyarbekir (K24) – Rêveberiya Amedsporê di civîneke çapemeniyê de cil û bergên sezona nû da nasîn û derbarê amadekariyên tîmê yên ji bo Lîga 1ê, transfer û armancên xwe de agahiyên girîng parve kirin.
Tîma futbolê ya Amedsporê ku îsal di Lîga 1ê ya Tirkiyeyê de têdikoşe, amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû bê navber didomîne. Rêveberiya klûbê ji bo nirxandina pêşketinên dawî û danasîna armancên xwe, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Civîn bi beşdariya Serokê Klûbê Burç Baysal, Sekreterê Giştî Faruk Korkmaz û Cîgirên Serok Şeyda Aslantaş û Semra Arslan pêk hat.
Di destpêka civînê de hat ragihandin, tîm di bin rêveberiya rahênerê xwe yê nû Mehmet Altıparmak de, li bajarê Erzîromê kampa xwe ya amadekariyê didomîne.
Baysal: Li gor pêwîstiyê li lîstikvanan digerin
Serokê Amedsporê Burç Baysal di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên transferê û got, "Komîsyona me ya transferê li ser kêmasiyên di pozisyonên cuda de bi hûrgilî dixebite. Li gorî pêwîstiyên tîma me, em li lîstikvanên herî baş digerin. da ku em kadroyeke xurt ava bikin."
Xurtkirina binesaziyê û pêşxistina tîma jinan
Cîgira Serokê Klûbê Şeyda Aslantaş jî da zanîn ku ew ne tenê ji bo tîma sereke, lê ji bo paşeroja klûbê jî dixebitin. Aslantaş got, "Xurtkirina binesaziyê (akademiya ciwanan) û pêşxistina tîma me ya jinan di rojeva me ya sereke de ye. Em dixwazin Amedsporê di her warî de bikin klûbeke mînak."
Xebatên ji bo transfer û stadyûmê didomin
Sekreterê Giştî Faruk Korkmaz jî teqez kir ku xebatên wan ên ji bo transferan didomin û di heman demê de ji bo amadekirina Stadyûma Amedê ya ji bo sezona nû, ew bi nûnerên Wezareta Werzîşê re di nava têkiliyê de ne.
Piştî axaftinan, cil û berg (formayên) ku dê lîstikvanên Amedsporê di sezona nû de li xwe bikin, bi sêwiranên xwe yên nû hatin pêşkêşkirin û ji aliyê çapemeniyê ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.