Hûsiyan Balafirxaneya Ben Gurionê û çend cihên din ên Îsraîlê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hûsiyên Yemenê îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, wan bi dron û 11 mûşekan êrîş kiriye ser çend cihên Îsraîlê.
Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî di beyannameyekê de ragihand, "Bergiriya asmanî ya Yemenê karî bi rengekî serketî bersiva êrîşên Îsraîlê bide, ku çend bajarên Yemenê li serê sibeha îro kirin armanc. Di bersiva wan êrîşan de, Yemenê 11 mûşek û dron arasteyî çend cihên Îsraîlê kirin, wekî Balafirxaneya Ben Gurionê û benderê Aşdodê."
Berdevkê Hûsiyan herwesa got, "Hemî wan mûşek û dronan bi duristî armancên xwe hingaftine û sîstema bergiriya mûşekî ya Îsraîlê jî nekariye rêyê li wan bigire."
Artêşa Îsraîlê derengê şevêdî (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) sê benderên deryayî û westgeheke elektrîkê li deverên di bin kontrola desthilata Hûsiyên Yemenê de bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku, berî bombebarankirina wan bender û westgehan, wan haydarî dabû ku wan cihan vala bikin, wekî amadekariyek ji bo armanckirina wan.
Artêşa Îsraîlê herwesa ragihand ku, wan êrîş kiriye ser armancên Hûsiyan li benderên Hudeyde, Reis Îsa û Selîfê û herwesa westgeha elektrîkê ya Reis el-Kesîbê li Yemenê.
Artêşa navbirî amaje jî da ku, ew wek bersivekê bû li beranberî êrîşên dubare yên Hûsiyan li ser Îsraîlê.
Wezîrê Bergiriyê yê Israîlê Israel Katz jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Her kesekê bizavê bike ku zirarê bigehîne Îsraîlê, dê zirar bigehe wî.” Herwesa gefên xûkeke giran li Hûsiyan kirin.
Medyaya Hûsiyan jî parve kiriye ku, artêşa Îsraîlê benderên Hudeyde, Reis Îsa û Selîfê û herwesa westgeha elektrîkê ya navendî ya Res el-Kesîbê li bajarê Hudeydeyê kirine armanc.
Şêniyên wê deverê jî got, "Dengê teqînan ji ber êrîşên asmanî bajarê me hejand."