Mesrûr Barzanî: Pirsgirêka me bi hikûmeta federal re pirsgirêkeke siyasî ye, ne teknîkî
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye ji bo ku pirsgirêka mûçeyan bi zûtirîn dem çare bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) li Hewlêrê bi hejmareke kadroyên PDKê re civiya.
Di wê civînê de, Cîgirê Serokê PDKê bal kişand ser guhertin û pêşketinên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê.
Cîgirê Serokê PDKê got, “Herêma Kurdistanê ji bo çi aliyekî nabe gef û metirsî û her tim dê bibe faktoreke sereke ya tenahî û aramiyê li deverê.” Herwesa bal kişand ser rola girîng a Serok Barzanî di lihevnêzîkkirina aliyên Kurdistanî de, bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê û herwesa di xebata ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de.”
Cîgirê Serokê PDKê di derheqa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de jî got, “Pirsgirêka me bi hikûmeta federal re pirsgirêkeke siyasî ye, ne pirsgirêkeke teknîkî ye, ji ber ku mixabin li Bexdayê bi awayekî nerewa û nedadperwerane û bi cudahî û awayekî nedestûrî serederî bi Herêma Kurdistanê re tê kirin.”
Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Iraq welatekî federal e û Herêma Kurdistanê jî xwedî qewareyekî destûrî ye û divê rêz li desthilat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê girtin.” Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê tu carî dest ji çi mafên xwe yên destûrî bernade.”
Navbirî herwesa ragihand, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê ye, da ku bi zûtirîn dem pirsgirêka birîna mûçeyên xelkê Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.”
Cîgirê Serokê PDKê herwesa got, “PDK bi rêberiya cenabê Serok Barzanî berevan û parêzera yekê û sereke ya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareya Herêma Kurdistanê ye û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye, lewma xurtbûna PDKê xurtbûna Kurdistanê ye û bi piştgiriya Xudayê mezin, xelkê welatparêz ê Kurdistanê dê her tim ber bi zêdetir serkeftinê ve pêngavan biavêje.”