Thomas Barrack: Ez bi çekdanîna Hizbullahê geşbîn im

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriye û Libnanê ragihand, hem Îsraîl hem jî Hizbullah dixwazin şerê di navbera xwe de bi rêya rêkeftinekê bidawî bikin. Ji ber vê yekê, ew geşbîn e ku Hizbullah dê bersiveke erênî bide pêşniyara Amerîkayê ya ji bo danîna çekan.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Thomas Barrack îro 7'ê Tîrmeha piştî civîna xwe ya li gel Serokê Libnanê Joseph Aoun daxuyanî da û diyar kir, ew derbarê bersiva Hizbullahê de geşbîn e. Barrack got: "Hikûmeta Libnanê di demeke kurt de bersiveke gelek baş da me," lê belê hûrgiliyên vê bersivê eşkere nekir.
Di serdana xwe ya 19'ê Hezîranê de, Thomas Barrack pêşniyarek pêşkêşî berpirsên Libnanê kiribû. Li gor pêşniyarê, divê Hizbullah di nava çar mehan de, bi temamî çekên xwe deyne. Di berdêla vê de, Îsraîl dê êrîşên xwe yên asmanî rawestîne û leşkerên xwe ji pêgehên li başûrê Libnanê vekişîne.
Thomas Barrack ku di heman demê de şêwirmendê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê ye, got: "Ez di wê baweriyê de me ku Îsraîl şerekî li Libnanê naxwaze." Herwiha da zanîn ku her du alî jî dixwazin heman fikrê pêk bînin; ango rêkeftineke ji bo rawestandina şer bi rêyên aştiyane.
Ajansa “Reuters” jî derbarê mijarê de ragihandibû, Hizbullahê berê di çarçoveya agirbesta sala borî de beşek ji çekên xwe radest kiribû û ji beşekî başûrê Libnanê paşve vekişiyabû. Lê belê, Reutersê destnîşan kir ku Îsraîlê hêzên xwe li pênc pêgehên li başûr bi cih kirine û êrîşên xwe yên asmanî didomîne.