Amerîkayê Heyet Tehrîr El-Şam ji 'Lîsteya Terorê' derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê bi biryareke ragihand, wan desteya Heyet Tehrîr El-Şam (HTS), ku berê wek Cebhet El-Nusra dihat naskirin, ji lîsteya xwe ya "rêxistinên terorîst" derxistiye.
Di biryara fermî de hat gotin, "Piştî şêwra bi Dozgerê Giştî û Wezîrê Xezîneyê re, li gorî vê biryarê, Cebhet El-Nusra, ku wek Heyet Tehrîr El-Şam û bi navên din jî tê naskirin, wek rêxistineke terorîst a biyanî tê hilweşandin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ev pêngav li gorî benda 219'an a Yasaya Koçberî û Welatîbûnê ya Amerîkayê hatiye avêtin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di Berçileya 2012'an de "Cebhet EL-Nusra" xistibû lîsteyê, berî ku rêberê wê Ebû Mihemed El-Colanî navê wê biguherîne "Heyet Tehrîr el-Şam".
Di 8'ê Berçileya sala borî de, HTS bi serokatiya Colanî (Ehmed Şera) êrîşeke berfireh da destpêkirin ku di encamê de rejîma Beşar Esed hilweşiya. Piştî van geşedanan, Colanî ku paşê bi navê xwe yê rastî Ehmed Şera hat naskirin, ji bo heyama 5 salan serokatiya Sûriyeyê girt ser milê xwe.
Ev biryar di demekê de tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana borî de, di serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, ligel Ehmed Şera civiya û ragihandibû ku cezayên li ser Sûriyeyê hatine rakirin. Trump tekez kiribû ku ev pêngav li ser daxwaza Mîrê Cîgir Mihemed bîn Selman pêk hatiye.