Hêzên Pêşmerge li çiyayê Qereçûxê operasyoneke berfireh pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, Lîwaya 14'an a Peyade ji bo jinavbirina tevgera terorîstan û dabînkirina ewlehiyê, li devera çiyayê Qereçûxê operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê lidar xistiye.
Wezareta Pêşmerge îro 7'ê Tîrmehê di daxuyaniyekê da zanîn, operasyon roja Yekşemê, 6'ê Tîrmehê saet 04:00'ê sibehê dest pê kiriye. Operasyon ji aliyê Lîwaya 14'an a Peyade ya ser bi Fîrqeya 1'ê ve, bi serpereştiya Fermandarê Lîwayê Emîd Rukin Elmî Mizûrî hatiye birêvebirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, armanca operasyonê "têkbirina liv û tevgera terorîstan û dabînkirina ewlehiyeke zêdetir ji bo xelk û gundên herêmê" bûye. Di çarçoveya operasyonê de, li çiyayê Qereçûxê, geliyê Tarawayê, Mela Kaxe û gundên ser bi herêmê ve, lêgerîn û kontrol li stargeh û veşartgehên terorîstên DAIŞ'ê hatiye kirin.
Wezaretê herwiha ragihand, operasyon di heman rojê de saet 08:00'ê sibehê bi serkeftî bidawî bûye.