Li sê deverên Şirnexê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sê herêmên ser bi navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve, ji bo dema 9 rojan qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê îro 7'ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, bi mebesta "dabînkirina asayişa neteweyî, parastina selametiya giştî, pêkanîna keşûhewayeke aram û pêşîgirtina li her cure bûyereke tundûtûjiyê", biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexeyê ji 8'ê Tîrmehê heta 16'ê Tîrmehê, sê herêmên li ser sînorê navçeya Elkê weke "herêmeke ewlehiyê ya taybet a demkî" werin ragihandin.

Di daxuyaniyê de herwiha daxwaz ji welatiyan hat kirin ku ji bo parastina can û malê xwe û bêyî destûr, xwe ji çûna van deveran dûr bigirin.

 
Fly Erbil Advertisment