Netanyahu: Me bi Rubio re guftûgo li ser xurtkirina hevpeymaniya xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, ew li Washingtonê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya ye.

Netanyahu li ser tora civakî ya “X” nivîsî: "Me gotûbêjên bingehîn û girîng derbarê xurtkirina hevbendiya di navbera Îsraîl û Amerîkayê de û herwiha kêşeyên hevpar ên ku li ser asta herêmî û navneteweyî rûbirûyê me dibin, kirin."

Li gorî ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê, Netanyahu du hevdîtin bi Rubio û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff re pêk anîne.

Netanyahu ji rojnamevanan re ragihand, "Ev sêyemîn serdana min a ji bo cem Serokê Amerîkayê Donald Trump e, piştî hilbijartina wî ya berî zêdetirî şeş mehan."

Netanyahu herwiha diyar kir, ew ê bi berpirsên rêveberiya Amerîkayê, nûnerên herdu partiyan ên li Kongressê û berpirsên din ên payebilind re jî gotûbêjan bike.

Netanyahu eşkere kir, êrîşên esmanî yên li ser Îranê, ku li gorî berpirsên Îranî zêdetirî 900 kes di encamê de hatine kuştin, "niha xeleka aştiyê ji ya ku me berê xeyal dikir, pir zêdetir fireh dike." Netanyahu got, "Pêşerojeke baş ji bo Îsraîl û tevahiya Rojhilata Navîn xuya dike."

Derbarê şerê li Xezeyê de, Netanyahu ragihand, wî şandeke danûstandinan şandiye Dohaya paytexta Qeterê ji bo beşdarî gotûbêjên nerasterast ên bi Hemasê re bibe.

Armanca van gotûbêjan gihîştina agirbesteke 60-rojî ye, ku di wê demê de 10 ji 20 dîlên Îsraîlî yên ku sax in ji aliyê Hemasê ve werin berdan. Di dema agirbestê de, biryar e ku herdu alî ji bo bidawîkirina şer bi awayekî mayînde û berdana rehîneyên din danûstandinan bikin. Qeter, Misir û Amerîka navbeynkariya van gotûbêjan dikin.

Hemasê pêşniyar bi hin guhertinan qebûl kiriye, lê Îsraîlê ev yek red kiriye.

Netanyahu amaje bi biryardariya xwe ya ji bo gihîştina sê armancan kir: vegerandina hemû dîlan (sax û mirî), tunekirina şiyanên Hemasê û derxistina wê rêxistinê ji Kerta Xezzeyê, û misogerkirina ku Xezze careke din ji bo Îsraîlê nebe çavkaniya metirsiyê.

Serdana Netanyahu ya ji bo Washingtonê kêmtirî du hefteyan piştî bidawîbûna şerekî 12-rojî yê bi Îranê re pêk tê, ku di wê demê de Îsraîl û Amerîkayê dezgehên sereke yên bernameya atomî ya Îranê têk birin.

 
Fly Erbil Advertisment