Rûsyayê mercên ji bo agirbestê li Ukraynayê aşkere kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, mercên welatê xwe yên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê aşkere kirin. Lavrov tekezî li ser rakirina hemû cezayên navdewletî, vegerandina samanên Rûsyayê û çareserkirina "sedemên bingehîn" ên şer kir.
Di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnameya Macarîstanê “Magyar Nemzet”, Sergey Lavrov got: "Rûsya dê bi agirbestekê razî nebe heta ku cezayên li ser welatê me neyên rakirin û welatên Rojava bi sedên milyar dolarên Rûsyayê yên ku hatine blokekirin, venegerînin."
Lavrov daxwazên welatê xwe bi hûrgilî anî ziman û got: "Divê cezayên li ser Rûsyayê werin rakirin, hemû dozên yasayî yên li dijî Rûsyayê werin hilweşandin û herwiha ew serwet û samanên ku li Rojava dest li ser wan hatiye danîn, bên vegerandin."
Mercên erdnîgarî û siyasî
Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir, her agirbestek divê sedemên bingehîn ên şerê ku di Sibata 2022an de dest pê kiribû, çareser bike.
Berpirsên Rûsî gelek caran têgeha "sedemên bingehîn" bi kar anîne. Li gorî daxuyaniyên Putîn, ev tê wateya ku divê Ukrayna ji wan herêmên ku ketine bin kontrola Rûsyayê vekişe û dest ji hewldanên xwe yên ji bo endamtiya NATOyê berde.
Lavrov herwiha got, divê civaka navdewletî bi awayekî fermî Nîvgirava Kirimê û herêmên Donetsk, Luhansk, Xerson û Zaporîjyayê wek beşek ji Rûsyayê nas bike.
Di dawiyê de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn, deriyê Rûsyayê ji bo çareseriyên siyasî û dîplomatîk vekirî ye, lê di heman demê de hişyarî da ku Mosko dê rê nede rawestandineke demkî ya şer ku bihêle Ukrayna û hevpeymanên wê yên rojavayî xwe ji nû ve kom bikin.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku roja 2ê Hezîranê, di çarçoveya danûstandinên li Stenbolê de, şandên Rûsya û Ukraynayê tadeştnameyên xwe derbarê mercên agirbestê de pêşkêş kiribûn.