Serokê MÎT'ê li Bexdayê bi Sûdanî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku çav li pêvajoya danîna çekan a PKK'ê ye, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê, civîn îro 8ê Tîrmeha 2025an pêk hat. Di civînê de, Kalin silavên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gihandin Sûdanî. Hat ragihandin ku Erdogan daxwaza pêşxistina pêwendiyên dualî yên di navbera herdu welatan de di warê hevkarî û berjewendiyên hevpar de dubare kiriye.

Di hevdîtinê de, bi taybetî behsa mijarên ewlehiyê yên hevpar û hevahengiya zanyariyên îstixbaratî yên di navbera herdu welatan de hat kirin. Hat tekezkirin ku armanc ji vê hevkariyê, xurtkirina aramiyê li ser sînorên hevpar û li herêmê bi giştî ye.

Mekanîzmaya Hevpar a Enqere-Bexda-Hewlêrê

Ev serdan di demekê de ye, tê payîn heta roja Înê ya vê hefteyê, qonaxeke nû ya pêvajoya danîna çekan a ji aliyê komek endamên PKK'ê ve dest pê bike.

Rojnameya Hurriyet a nêzîkî desthilata Tirkiyeyê ragihandibû, Tirkiyeyê ji bo pêvajoya danîna çekan a PKK'ê, mekanîzmayeke hevpar bi Bexda û Hewlêrê re damezrandiye. Li gorî rojnameyê, serdana Îbrahîm Kalin a ji bo Bexdayê jî ji bo civîna bi aliyên pêwendîdar re di vê çarçoveyê de ye.

 
 
Fly Erbil Advertisment