Ketîbeyên Seyîdul Şuheda êrîşeke tund kir ser Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ketîbeyên Seyîdul Şuheda êrîşeke tund kir ser Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Seyîdul Şuheda Ebûala Welayî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi wê yekê tometbar kir ku, zextê li ser hêzên siyasî dike da ku qanûna Heşda Şebî li Encûmena Nûneran neyê derbazkirin.

Li gorî daxuyaniya Welayî, nabe kêmbûna gefên terorê û ewlehiyê bibe sedemek ji bo paşguhkirina Heşda Şebî.

Lewma li gorî Welayî, derxistina qanûna Heşda Şebî dê bersiveke bihêz be ji bo wan zextên ku Balyozxaneya Amerîkayê û Berpirsê Karûbarên Amerîkayê li Iraqê dikin ser hêzên siyasî da ku rê li pejirandina wê qanûnê bê girtin.

Ketîbeyên Seyîdul Şuheda milîşyayeke Şîe ya Iraqî ye, ku li sala 2013ê bi navê parastina mezargehên Şîeyan li seranserî cîhanê hatiye damezrandin.

Piştî damezrandinê, wê rêxistinê bi hejmareke çalakiyên xwe yên çekdarî bi navê parastina mezargeha Seyîde Zeynebê li başûrê Şamê piştgiriya çekdarî daye rejîma Beşar Esed. Şerê herî berçav ê ku ew kom tevlî bûye jî şerê Şêx Miskînê bû, ku li Berçileya 2014ê li dijî hêzên opozîsyona Sûriyeyê hatibû kirin.

 
Fly Erbil Advertisment