Agir berbû Kargeha Gazê ya Qeladizê û du karmendên wê şewitîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Bajarkê Pişderê ragihand, “Agir berbû platforma dagirtinê ya Kargeha Gazê ya Qeladizê û du karmendên wê şewitîn.”

Qayimqamê Bajarkê Pişderê Ebûbekir Bayîz di daxuyaniyekê de got, “Serê sibeha îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) ji nişkê ve agir berbû platforma dagirtinê ya Kargeha Gazê ya Qeladizê.”

Qayimqamê Bajarkê Pişderê amaje jî da, “Du karmendên wê kargehê di wê bûyerê de şewitîn û ji bo wergirtina çareseriyê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Herwesa du timbêlên wê kargehê jî şewitîn û zirareke zêde gihîşt wê kargehê bi xwe jî.”

 

 
Fly Erbil Advertisment