Qasim Arecî: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî ragihand, pêwîst e pirsgirêka mûçeyan di navbera Hewlêr û Bexdayê de were çareserkirin û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî mûçe, bên dabînkirin.
Qasim Arecî îro 10ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de li ser Mezarê Nemiran li Barzan axivî û got: "Pêwîst e Hewlêr û Bexda li ser pirsa mûçeyê bigihêjin rêkeftinê û vê pirsgirêkê çareser bikin. Divê hemû pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de li gorî destûrê bên çareserkirin. "
Derbarê êrîşên dawî bi dronan li ser Herêma Kurdistanê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî got: "Iraq lêkolînê li ser wan êrîşên dronan dike ku di demên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê pêk hatine."
Qasim Arecî duh bi serdaneke fermî gihîştibû Herêma Kurdistanê û bi awayekî cuda ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya bû. Di civînan de, rewşa herêmê, proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê, pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hatibûn gotûbêjkirin.