Lêkolerekî Amerîkî: Federalîzm ji bo Sûriyeyê çareseriyeke baş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolerê li Enstîtuya Gold a ji bo Stratejiya Navdewletî Saul Montes di hevpeyvîneke ligel Kurdistan24 de ragihand, sîstema federalî ji bo Sûriyeyê çareseriyeke guncayî ye û dikare jiyaneke aştiyane ji bo hemû pêkhateyan misoger bike. Herwiha tekez kir, Amerîka lezê nake ku ji Sûriyeyê vekişe.
Hikûmeta Sûriyeyê duh 9ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihandibû: "Dewleta Sûriyeyê pabendbûna xwe ya bingehîn bi prensîba 'Yek Sûriye, Yek Artêş, Yek Hikûmet' nû dike û her şêweyekî dabeşkirinê an federalîzmê ku li dijî serweriya Komara Erebî ya Sûriyeyê û yekparçebûna axa wê be, bi yekcarî red dike."
"Federalîzm ji bo pêkvejiyana aştiyane ye"
Di vê derbarê de, Lêkolerê Saul Montes got: "Ez ti dijayetiyekê li hember Sûriyeyeke federal an herêmeke otonom di nav de nabînim. Wek ku li Iraqê jî hate dîtin, federalîzm ji bo gelê Iraqê baş bû û ez bawer im ji bo Sûriyeyê jî dê baş be."
Li gor wî, ev sîstem rê dide ku hemû pêkhateyên cuda yên neteweyî û olî, wek Kurd, Ereb û yên din, bi awayekî aştiyane di nav sînorên yek welatî de bi hev re bijîn û ev yek ji bo pêşeroja Sûriyê çareseriyeke demdirêj e.
"Amerîka ji Sûriyeyê venakişe"
Derbarê hebûna hêzên Amerîkî de, Montes got ku rewşa Sûriyeyê ne wek ya Efxanistanê ye û da zanîn: "Amerîka niyeta wê ya mana li Sûriyeyê heye. Hêzên Amerîkî ji 2000 leşkerî bo kêmtirî 1000î hatin kêmkirin, lê ev biryareke plankirî bû, ne vekişîneke bilez."
Çareserkirina doza Kurd ji bo herêmê girîng e
Lêkolerê Amerîkî di dawiyê de bal kişand ser girîngiya doza Kurd û got: "Pêwîst e doza Kurd li Rojhilata Navîn were çareserkirin. Heta ku ev doz çareser nebe, aramî nagihêje herêmê. Herçend rewşa Kurdan li her çar parçeyan cuda be jî, çareserkirina vê pirsê ji bo aştiyê bingehîn e."