Li nêzîk elektrîka 24-seetî dê bigihîje parêzgeha Helebceyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma Projeya Ronakiyê îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Elektrîka 24-seetî dê di demeke nêzîk de bigihîje parêzgeha Helebçeyê.”
Tîma Projeya Ronakiyê herwesa ragihand, "Projeya Ronakiyê dê li dawiya Tebaxê bigihîje parêzgeha Helebçeyê, ku dê nêzîkî 42 hezar hevparan feydeyî jê werbigirin. Herwesa di demeke nêzîk de elektrîka wê parêzgehê dê bibe 24-seetî."
Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî (Çarşem, 9ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de dilxweşiya xwe diyar kir ku, di çarçoveya projeya Ronakiyê de elektrîka 24-seetî gihîştiye zêdetirî du milyon welatiyan, ku dibe nêzîkî 30% ya şêniyên Herêma Kurdistanê.
Li gorî wê daxuyaniyê, piştî vê berfirehkirinê, piraniya welatiyan li ser astê bajarên Hewler, Dihok û Silêmaniyê dê bigihîjin elektrîka 24-seetî, û ew berfirehkirin jî dê tevahiya her du bazineyên 150 metrî li Hewlêrê û 60 metrî li Silêmaniyê vegire.
Wezareta navbirî amaje jî da ku, ev destkeftî gaveke girîng e ber bi dabînkirina elektrîka domdar û erzantir digel jîngeheke paqijtir li Herêma Kurdistanê.
Li gorî wê rûpîviya ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye weşandin, zêdetirî 2 milyon welatî û 544 hezar hevparan ji elektrîka 24-seetî feyde wergirtiye.