Hesen Ozguneş: Ev çekdanîn ji bo Rojhilata Navîn serdemeke nû vedike

Diyarbekir (K24) – Parlamenterê berê yê HDPê û siyasetmedar Hesen Ozguneş, piştî ku grûpeke PKKê li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin, ev pêngav weke " serdemeke nû " ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn bi nav kir. Ozguneş bang li dewletê kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê gavên berbiçav ên weke guhertina destûra bingehîn û azadkirina girtiyan biavêje.
Hesen Ozguneş di axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24ê de, bal kişand ser "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn" ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê berdewam e û got ku têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd, planên hêzên dagîrker şewitandine.
Ozguneş ev pêngava çekdanînê weke gaveke dîrokî nirxand û got: "Ev pêngava çekşewitandinê di esasê xwe de ji yên berê cuda ye. Ev destpêkirina pêvajoyeke civaka demokratîk e û ronesansa Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê ye."
"Divê Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên azadkirin"
Ji bo ku ev pêvajoya demokratîk bi ser bikeve, Ozguneş bang li dewleta Tirk kir ku gavên cidî biavêje û daxwazên xwe wiha anî ziman:
- Azadiya Rêber û Girtiyan: "Di serî de, divê birêz Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê bên azadkirin da ku karibin beşdarî avakirina Tirkiyeyeke azad û demokratîk bibin. Her wiha divê zîndaniyên nexweş û hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan."
- Destûreke Nû ya Demokratîk: "Divê destûra bingehîn a ku li ser bingeha 'Makezagona 12ê Îlonê' hatiye avakirin, were guhertin û destûreke nû ya demokratîk ku mafên gelê Kurd, hemû gel, bawerî û cinsan tê de misoger bike, were amadekirin."
- Komîsyonên Taybet: "Divê komîsyonên cuda cuda bên avakirin da ku li gor pêdiviyên pêvajoyê kar bikin û çavdêriyê lê bikin."
Ozguneş di dawiya axaftina xwe de, ku tê de xwe weke rêveberekî "Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk" jî da nasîn, tekez kir ku "ev pêvajo ne tenê ya aliyekî ye; gelê Kurd, wekî gelê Tirkiyeyê û hemû gel, hemû bawerî û hemû cins tê de ne û divê bi hev re vê pêvajoyê bi rê ve bibin."