Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî de, sersaxî li Rêveberê Giştî yê Kanala Kurdistan24 Ehmed Zawîteyî kir , ji bo koça dawî ya bavê wî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 12ê Tîrmehê, di peywendiya telefonî de, sersaxî û hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wan.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Zawîteyî li ser navê malbata xwe, ji bo peywendî û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe nîşan da.

 
 
Fly Erbil Advertisment