Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawiyê ya bavê rojnamevanê diyar û Rêveberê Giştî yê Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî, di pêwendiyeke telefonî de sersaxî li wî û malbata wî ya birêz kir.
Serokê Herêma Kurdistanê îro 12ê Tîrmehê di pêwendiyê de, hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û hêvî xwast ku Xwedayê mezin giyanê xwedêjêrazî bi buhiştê şad bike û hedar û aramiyê bide dilê malbat û kesûkarên wî.
Ji aliyê xwe ve, Ehmed Zawîteyî li ser navê xwe û tevahiya malbata xwe, spas û pêzanînên xwe ji bo pêwendî û parvekirina xema Serokê Herêma Kurdistanê ve anî ziman.