Baregeha Barzanî: Alî û kesayetiyên Iraqî soz dane ku pirsgirêka mûçeyan çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Barageha Barzanî derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de ragihand, aliyên siyasî û hikûmeta federal a Iraqê soza çareserkirina vê kêşeyê di çend rojên pêş de dane.

Barageha Barzanî îro 12ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo nirxandina helwesta pêwîst li hember pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de yên li ser mijarên mûçe, budce û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, civiya ye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Wezîrê Derve yê Iraqê Dr. Fuad Husên, piştî danûstandinên li gel aliyên siyasî yên Iraqê vegeriyaye Kurdistanê û ji Polîtbîroya PDKê re ragihandiye ku aliyên siyasî, kesayet û hikûmeta federal ji bo çareserkirina kêşeyê soz dane ku di rojên pêş de pirsgirêka şandina mûçe û mafên darayî çareser bikin.

Barageha Barzanî herwiha eşkere kir, li ser bingeha vê daxwaz û soza ku ji aliyê kesayetiyên siyasî û hikûmeta federal ve hatiye dayîn û ji bo berdewamkirina diyalogeke aram û bi berçavgirtina rewş û berjewendiyên giştî, wek derfeteke dawî, li benda gavavêtina hikûmeta Bexdayê ne ji bo dîtina rêçareyekê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin: "Her dem baweriya me bi diyalogê hebûye û heke rêya gotûbêjan vekirî be, em jî pêşwazî lê dikin ku kêşeyan bi lihevkirinê çareser bikin."

 
Fly Erbil Advertisment