HUDA-PAR: Divê Tikiye Pirsa Kurdî û PKK’ê ji hev cuda bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) radigihîne, divê dewleta Tirkiyeyê pirsa Kurdî û pirsa danîna çekan ji hev cuda bike û bêyî çi bazariyekê mafên Kurdan nas bike. Partiyeke din a Îslamî jî diyar dike ku danîna çekên PKKyê dê riya siyaseta sivîl û demokratîk bihêztir bike û pirsa Kurdî rehettir bigihije çareseriyê.

Karvedanên danîna çekên PKKyê berdewam e û gelek hêz û aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê vê bûyera dîrokî ji nêzik ve dişopînin. Yek ji wan aliyan jî partiyên Îslamî yên parêzvanê çareserkirina pirsa Kurdî ne û piştgiriyeke tam didin biryara PKKyê. Li gor wan, heke dewleta Tirkiyeyê jî gavên demokratîk bavêje dê pêvajoya bêçekkirina PKKyê biçe serî û ev encam jî dê têkoşîna siyaseta sivîl û demokratîk bihêztir bike.

Hevserokê Partiya Insan û Azadî Davut Guler ji K24ê re got: “DEM-Partî, mezintirîn sêyem partî ye lêbelê, dervayî dengdêrên xwe parçeyeka tûndiyê tê dîtin û lewma tirsa parçebûna di dilê civaka Tirkiyeyê ku dengdêrên DEM-Partiyê nînin de peyda dibe. Piştî ku çek hatin danîn dê ev tirs û dijayetiya DEM-Partiyê jî dawî bibe. Çekdanîn dê rê li ber pêşketina siyaseta demokratîk û sivîl veke. Partî û rêxistinên wekî me dê bikarin rehettir parêzvaniya çareserkirina pirsa Kurdî bikin û dê destê me jî bihêzitir bibe. Dê destê kesên ku pirsa Kurdî îstîsmar dkin jî lawaz bibe. Herwiha dê rê veke ku riya çareserkirina pirsa Kurdî li parlamentoyê were axaftin. Lewma em bi rijdî piştigiriya çekdanîna PKKyê dikin.”

Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) jî yek ji wan partiyên Îslamî ye ku piraniya dengdêrên wê Kurd in. Li gor HUDA-PARê jî, danîna çekan bi tena serê xwe nayê wateya çareserkirina pirsa Kurdî. Li gor wê partiyê, PKK çekan deyne jî danene jî, divê dewleta Tirkiyeyê pirsa Kurdî û PKKyê ji hev cûda bike û bigihîne çareseriyê.

Endamê Dîwana Giştî yê HUDA-PAR’ê Mihemed Esîn dibêje: “Divê pirsa Kurdî û pirsa bêdengkirina çekan ji hev were cûdakirin. Dewlet dikare ji bo danîna çekan bi PKKyê re bazarî bike. Lê ji bo dayîna mafên rewa û insanî ya Kurdan divê bêyî çi bazariyekê digel çi rêxistinekê çareser bike. Hevtayê çareserkirina pirsa Kurdî jî gelê Kurd û dewlet e. Erkê dewletê ye ku pirsa Kurdî çareser bike. Divê pirsgirêk ne bi çekan divê bi siyaset û danûstandian were çareserkirin. Divê çek nebe riya bergiriya mafan. Herî zêde Kurd ji şerê PKKyê zerermend bûne. Lewma danîna çekan biryareke gelek bixêr e.”

Dema ev nûçe dihate amadekirin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî jî bi erenî bersiva PKKyê dida û radigihand ku dê li parlementoyê komîsyoneke were avakirin daku pêvajoya bêçekkirina PKKyê pêşvetir biçe.

Ji bilî HÛDA-PAR û PÎAyê, gelek partî û rêxistinên Kurdî jî henin ku wan bernameyeka taybet ji bo çareserkirina pirsa Kurdî heye û ew jî di wê baweriyê de ne ku danîna çekan dê di warê têkoşîna sivîl û demokratîk de xebata wan bihêztir û rehettir bike.

 
Fly Erbil Advertisment