Serokwezîr Mesrûr Barzanî serperiştiya civîneke taybet bi mûçe û şayîsteyên darayî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Tîrmehê civîneke taybet derbarê mûçe û şayisteyên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê de hat lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye belavkirin, di civîna ku Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî jî amade bû de, hewldanên dawî û encamên danûstandinên ligel hikûmeta Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin. Mijarên sereke yên civînê dabînkirina mûçe û şayisteyên darayî û herwiha destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê di zûtirîn dem de bûn.

Di civînê de, tekezî li ser zêdekirina hemû hewldanan ligel hikûmeta Federal ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate kirin. Hat ragihandin, ji bo misogerkirina mûçe û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê ku mafekî yasayî û destûrî yê mûçexwaran e, hevdengî û helwesteke hevpar heye.

Herwiha hat destnîşankirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bidawîanîna vê pirsgirêkê, ku mixabin bandoreke gelek neyînî li ser debar û rewşa jiyana mûçexwaran û welatiyên Herêma Kurdistanê bi giştî kiriye, di nav kar û hewldaneke hevpar û berdewam de ye. Ev mijar weke karê sereke û pêşîne yê hikûmetê hatiye diyarkirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment