Serok Barzanî pîrozbahî li Elî Teter û Guhdar Şêxo kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber serkeftina her du yaneyên fûtbolê yên Dihok û Zaxoyê ji bo yariya dawiyê ya cama Iraqê, Serok Barzanî pîrozbahî li Parêzgarê Dihokê û Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê kir.
Ji ber serkeftina yaneyên Dihok û Zaxoyê ji bo yariya dawiyê ya cama Iraqê, Serok Barzanî îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) bi rêya telefonê bi Parêzgarê Dihokê Elî Teter û Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re axivî.
Baregayê Barzanî ragihand, “Di wan her du peywendiyên telefonî de, Serok Barzanî pîrozbahî li Parêzgarê Dihokê, Serpereştyarê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê, her du yaneyên Dihok û Zaxoyê, rahênerên her du yaneyan, lîstikvanên her du yaneyan û hemî werzişvanên Kurdistanê kir.”
Herwesa Serok Barzanî ji her du yaneyan re daxwaza zêdetir serkeftinan di qehremaniyan de kir û spasiya wan kir.
Yaneyên Dihok û Zaxoyê şevêdî (Şemî, 12ê Tîrmeha 2025ê) di qonaxa berî dawiyê ya cama Iraqê de li beranberî Şorte û Quwe Cewiyeyê bi ser keftin, ku ev cara yekê ye du yaneyên Kurdî digihîjin yariya dawiyê ya cama fûtbolê ya Iraqê.