Dijeterora Kurdistanê: Droneke bombekirî li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hat êxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Droneke bombekirî îro li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hat êxistin, û ti ti zirarên canî û madî jê peyda nebûne.
Dijeterora Kurdistanê îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Seet 2:20 ê serê sibeha îro Duşemê, li nêzî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, droneke bombebarkirî hat êxistin.”
Her di wê daxuyaniyê de hat gotin, “Baş bû, ti zirarên canî û madî jê peyda nebûne.”
Dijeterora Kurdistanê li roja Pêncşemê (03ê Tîrmeha 2025ê) jî di daxuyaniyekê de gotibû, “Droneke bombebarkirî seet 9:58 ê sibehê li nêzî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hat êxistin.”
Herwesa ragihandibû, " Baş bû, ti zirarên canî û madî jê peyda nebûne."