Hejmara qurbaniyan li parêzgeha Suweydayê gihîşt 100 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şer û pevçûn Suweydayê li çar eniyan berdewam in, hejmara kuştiyan gihîşt 100 kesan û zêdetirî 200 kesên din jî birîndar bûne.

Di roja sêyê ya şer û pevçûnan de li parêzgeha Suweydayê, şer li çar eniyan berdewam e, hejmara kuştiyan gihîştiye 100 kesan û 200 kesên din jî birîndar in.

Çavkaniyên medyayî yên navxweyî yên Sûriyeyê amaje da ku, şevêdî li Balafixaneya Suleyê di navbera eşîrên çekdar ên Dirûz û Bedewiyan de şerên dijwar qewimîn.

Kanala Suweyda 24ê ragihand, “Niha şerekî dijwar li çar eniyan berdewam e, ku ew jî mîhwerên Sule, Hezim, Kenakir û Teareyê ne.”

Wê kanalê amaje jî da ku, sibeha îro (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) li ser eniya rojavayê bajarê Suweydayê, li derdora gundê Kenakirê, dengê çek û teqînên giran hat bihîstin û pevçûn berdewam in.

Encûmena Leşkerî ya Sûriyeyê li parêzgeha Suweydayê jî ji aliyê xwe ve ragihand, “Ew parêzgeh a gelê xwe ye û ji hêla derve ve nayê birêvebirin.” Ron jî kir ku, xelkê vê derê bi hêsanî ji bo karê têkderan nabe nêçîr.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî pêştir gotibû, “Piştî revandina ciwanekî Dirûrz li ser rêya sereke ya ku Şam û bajarê Suweydayê bi hev ve girê dide, tundûtûjî li parêzgeha Suweydayê zêde bûye.”

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê jî hêza leşkerî şandiye wê deverê da ku wan girjiyan kontrol bike.

 
 
Fly Erbil Advertisment