Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser zeviyên petrolê şermezar dike

Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê şermezar dike û dibêje, “Divê hikûmeta federal a Iraqê hemî rêkarên bilez û pêdivî bi cih bîne, da ku rêyê li wan êrîşan bigire û êrîşkeran eşkere bike û wan ceza bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 15ê Tîrmeha 2025ê) daxuyaniyek li ser êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê weşand û tê de got, “Em bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ên ku bi dronan li ser jêrxane û deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê tên kirin, û di wê çarçoveyê de duhî û îro zeviyên petrolê yên li deverên Xurmele û Sersinkê kirine armanc.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragihand, "Divê hikûmeta federal a Iraqê hemî rêkarên bilez û pêdivî bi cih bîne, da ku rêyê li wan êrîşan bigire û êrîşkeran eşkere bike û wan ceza bike. Ew êrîş tenahî û serweriya welat û veberhênana navxweyî û biyanî dixin xeterê.”

 
Fly Erbil Advertisment