Encûmena Wezîran razemendî li ser hevtêgihîştina taybet bi mûçe û şayisteyên darayî da

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe de, pêşî êrîşên terorîstî yên li ser kêlgehên petrolê şermezar kir û piştre hevtêgihîştina nû ya ku ligel hikûmeta federal derbarê mûçe û mafên darayî de hatiye kirin, pejirand.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 16ê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, civiya.
Di destpêka civînê de, Encûmena Wezîran bi tundî êrîşên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê û bi taybetî kêlgehên petrolê şermezar kirin. Hat destnîşankirin ku van êrîşan ziyaneke mezin a madî gihandiye proseya berhemanîna petrolê û armanca wan lêdana li binesaziya aborî û enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ye.
Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta federal kir ku erka xwe bi cih bîne, sînorekî ji van êrîşan re deyne û rêkarên yasayî li hember wan têkderan bigire ber çavan.
Her di civîna îro de, Encûmena Wezîran, gotûbêj li ser mijarên sereke yên civînê kir, ku taybet bûn bi gotûbêjkirina rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û rêça danûstandin û gotûbêjên ligel hikûmeta federal derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr, hûrgiliyên wê têgihiştina hevbeş a ku duh li Bexdayê derbarê dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û pabendiyên Herêmê de hatibû kirin, pêşkêş kirin.
Piştî gotûbêj û danûstandina nêrînan, Encûmena Wezîran pêşwazî li wê têgihiştinê kir û biryar da ku naveroka wê bi cih bîne, ku biryar e di berdêla wê de hikûmeta federal mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne.