Ebdî li ser aloziyên Suweydayê: Dem hatiye xwînrijandin li Sûriyeyê bê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, “Kuştina jin û zarokan û destdirêjîkirina li ser sembolên olî tawanên li dijî mirovahiyê û nirxên Sûriyeyê ne.” Amajeyê jî dide, "Piştî 14 salên şer, dem hatiye ku xwînrijandin li Sûriyeyê bê rawestandin."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, "Em li Suweydayê bang ji gelê xwe werdigirin, ji bo peydakirina rêyeke ewle ji sivîlan re û rawestandina êrîşan."
Fermandarê Giştî yê HSDê amaje jî daye, “Kuştina jin û zarokan û destdirêjîkirina li ser sembolên olî tawanên li dijî mirovahiyê û nirxên Sûriyeyê ne, lewma divê ev kiryarên şerxwazane yekser bên rawestandin û lêkolîn bi berpirsiyaran re bên kirin.”
Mezlûm Ebdî ron jî kiriye, "Piştî 14 salên şer, dem hatiye ku xwînrijandin li Sûriyeyê bê rawestandin. Sûriye dê ne bi tolhildanê, lê bi danûstandinan û hevfêmkirinê pêş bikeve."
Navbirî tekez jî kiriye, “Pirsa gelê me yê Dirûz pirseke neteweyî ye û divê çareseriya wê bi rêya destûra welat û diyalogê be.”
Ji roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) ve, li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê di navbera eşîrên çekdar ên Dirûz û Bedewiyan de şerên dijwar qewimîn.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî pêştir gotibû, “Piştî revandina ciwanekî Dirûrz li ser rêya sereke ya ku Şam û bajarê Suweydayê bi hev ve girê dide, tundûtûjî li parêzgeha Suweydayê zêde bûye.”
Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê jî hêza leşkerî şandiye wê deverê da ku wan girjiyan kontrol bike.