Serkirdeyê Dirûzan: Me bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyeke Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku, li ser agirbesta Suweydayê bi Dirûzan re lihevkirinek kiriye. Herwesa biryar e Dirûz bibin parek ji hikûmeta Sûriyeyê.

Ajansa SANAyê ya Nûçeyan îro (Çarşem, 16ê Tîrmeha 2025ê) li gorî çavkaniyekê ji Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku, li ser agirbesta Suweydayê lihevkirinek hatiye kirin. Amaje jî da ku, zêdetir hêz ji bo tenakirina deverê li xalên kontrolê tên belavkirin.

Serkirdeyê Dirûzan Yûsif Cerboh ji aliyê xwe ve tekez kir ku, piştî wan bûyerên dijwar ên ku qewimîn, wan bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev kiriye.

Yûsif Cerboh amaje jî da, “Hemî operasyonên leşkerî li devera Suweydayê tên rawestandin.” Tekez jî kir, “Suweyda dê bi tevahî bibe parek ji hikûmeta Sûriyeyê.”

Ajansa SANAyê ya Nûçeyan pareke wê ragihandinê parve kiriye ku dibêje, “Suweyda dê bi hikûmeta Sûriyeyê re bibe yek, mafên hemî xwecihên Suweydayê dê parastî bin û rêya di navbera Suweydayê û Şamê de dê ewle be û hemî hêzên navxweyî jî dê xwe vekişin û polîsên hikûmetê dê cihên wan bigirin.”

Ji roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) ve, li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê di navbera eşîrên çekdar ên Dirûz û Bedewiyan de şerên dijwar qewimîn. Parêzgeha Sûriyeyê mezintirîn navenda pêkhateya olî ya Dirûzan e, ku hejmara wan dibe nêzî 700 hezar kesan.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan jî pêştir gotibû, “Piştî revandina ciwanekî Dirûrz li ser rêya sereke ya ku Şam û bajarê Suweydayê bi hev ve girê dide, tundûtûjî li parêzgeha Suweydayê zêde bûye.”

Wezareta Bergiriyê ya Sûriyeyê jî hêza leşkerî şandiye wê deverê da ku wan girjiyan kontrol bike.

 
Fly Erbil Advertisment