Erdogan bo Ehmed Şera: Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê nayên qebûlkirin

Erdogan û Ehmed Şera
Erdogan û Ehmed Şera

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Komara Tirkiyeyê, Serokê Tirkiyeyê di peywendiyeke telefonî de ji Serokê Sûriyeyê re gotiye, “Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê nayên qebûlkirin û metirsiyê li ser tevahiya deverê çê dikin.”

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera re piştevaniya welatê xwe ji bo Şamê tekez kir û ragihand, "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûriyê nayên qebûlkirin û ji ber wan metirsî li deverê çê bûne.”

Erdogan herwesa ji Şera got, "Êrîşên Îsraîlê ji bo hemî welatên deverê dibin gef û em pêşwaziya peymana di navbera artêşa Sûriyeyê û çekdarên Dirûz de dikin.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Komara Tirkiyeyê, “Erdogan piştgiriya welatê xwe bi tevahî ji bo hikûmeta Ehmed Şera ragihandiye. Serokê Sûriyeyê jî li beranberî wê yekê spasiya Erdogan kir, ji ber piştevaniya wî ji bo parastina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê.”

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) di gotareke televîzyonî de ragihand, "Dewleta Sûriyeyê bi îradeya temam desttêwerdan kir da ku şerê navxweyî li Suweydayê rawestîne."

Ehmed Şera amaje jî da, "Em gelê xwe yê Dirûz piştrast dikin ku, parastina maf û azadiyên wan ji karên pêşîniyê ye, herwesa em her bizavekê ji bo kişandina wan ji bo destê aliyekî derve red dikin."

Fly Erbil Advertisment