Erdogan: Kurdên Sûriyeyê birayên me ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê amaje da, “Kurdên Sûriyeyê birayên me ne, mîna welatiyên Kurd ên di nav sînorên welatê me de. Em rewşa Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û em dê berdewam bin.”
Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, “Îsraîl welatek e ku qanûnê nas nake, prensîban nas nake û bi hinceta Dirûzan êrîşî Sûriyeyê dike.”
Erdogan got, "Sûriyeyeke tena dê ji bo hemî welatên deverê tenahiyê bîne. Wezaret û dezgehên me yên ewlehiyê bi aliyên peywendîdar ên Sûriyeyê re di têkiliyê de ne. Em guhertinên Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û em dê berdewam jî bin.”
Navbirî amaje jî da, "Siyaseta me ya bingehîn parastina yekparçeyî û hevgirtina Sûriyeyê ye."
Herwesa Erdogan duhî (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) di peywendiyeke telefonî de piştgiriya xwe ji bo hikûmeta Sûriyeyê tekez kir.