Mesrûr Barzanî ji Dihok û Zaxoyê re: Ya girîng ew e ku Kurdistan biser ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ligel pîrozkirina yaneyên futbolê yên Dihok û Zaxoyê, hêviya serkeftinê jî ji wan re xwest.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 18ê Tîrmehê li ser hejmara xwe ya tora civakî  “X” nivîsî: "Ez pîrozbahiyê li herdu yaneyên futbolê yên Dihok û Zaxoyê dikim, bi boneya bidestxistina pileya yekem û duyem a Kûpaya Iraqê."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftineke berdewam ji bo herdu yaneyan re xwast û got: "Ya girîng ew e ku Kurdistan bi ser ket."

Îro di lîstika fînalê ya Kûpaya Iraqê de, herdu yaneyên futbolê yên Dihok û Zaxoyê, li stadyuma Şeib a Bexdayê, bi amadebûna bi hezaran alîgiran re rûbirûyî hev bûn, û di lêdanên penaltiyan de yaneya Dihokê karî nasnavê Kûpaya Iraqê bidest bixe.

 
 
Fly Erbil Advertisment