Yaneya Dihokê yaneya Zaxo têk bir û bû şampiyona Kûpa Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yaneya futbolê ya Dihokê, di fînala Kûpa Iraqê de piştî ku bi lêdanên penaltiyan li Yaneya Zaxoyê bi ser ket, di dîroka xwe de cara yekemîn bû şampiyon. 

Di fînala Kûpa Futbolê ya Iraqê de, ku li Yarîgeha Şeib a Bexdayê li ber çavê 40 hezar alîgiran hat lîstin, şeva borî yaneyên Dihok û Zaxoyê hatin hemberî hev. Ev yek di dîroka futbolê de weke bûyereke girîng hat tomarkirin, ji ber ku cara yekem bû du yaneyên Kurdistanî di fînala vê pêşbirkê de dilîstin.

Piştî ku dema normal a (90) xulekan û du nîvên dema zêdekirî bê gol bidawî bûn, serketiyê maçê bi lêdanên penaltiyan hat diyarkirin. Di lêdanên penaltiyan de, yaneya Dihokê encama (5 - 3) biser ket.

Werzeke zêrîn ji bo Dihokê

Bi vê serkeftinê, Dihokê, werzeke awarte û dîrokî li pey xwe hişt. Yaneya Dihokê di vê werzê de du nasnavên girîng bidest xistin; yek jê li ser asta navxweyî û ya din jî li ser asta navdewletî bû. 

Yaneya Dihokê pêştir "Kûpa Kendava Erebî" bidest xistibû û şeva borî 18ê Tîrmehê jî li Bexdayê, cara yekemîn Kûpa Iraqê rakir û şahiyeke mezin diyarî alîgirên xwe kir.

 
Fly Erbil Advertisment