Cemîl Bayik: Armanca Komîsyonê divê rakirina bingeha şer be, ne tenê çekdanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, derbarê komîsyona ku dê li Parlamentoya Tirkiyeyê were damezrandin de ragihand, divê armanca sereke ya komîsyonê ne tenê çekdanîn be, lê rakirina "bingeha şerê çekdarî" bi rêya gavên demokratîk be.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, di beşdariya kanaleke nêzîkî KCKê de, rojeva siyasî ya dawî nirxand. Bayik da zanîn, ew weşandina vîdyoya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan piştî 26 salan weke gaveke "pir girîng" dibînin û tekez kir ku merasîma sembolîk a çekdanînê ya 11ê Tîrmehê jî li ser banga Ocalan pêk hatiye.
"Komîsyon divê bingeha şer rake"
Bayik girîngiya damezrandina komîsyona li Meclîsê destnîşan kir, lê hişyarî da ku nabe karê wê tenê bibe çekdanîna PKKê. Herwiha got, "Ya girîng, bi yasayên demokratîk nehiştina bingeha şerê çekdarî ye. Eger ev bingeh ranebe, PKK çekên xwe deyne jî, dê komeke din çekan hilgire."
Mercên çekdanînê
Cemîl Bayik mercên KCKê yên ji bo çekdanînê bi awayekî zelal rêz kirin û wiha axivî: "Eger Tirkiye di mercên Ocalan de guhertinê bike, tecrîdê rake, Ocalan bikare bi awayeke azad kar bike û bi hemû aliyan re bikeve nava pêwendiyê, û yasayên pêwîst ên demokratîk werin derxistin, wê demê em dikarin çekên xwe deynin. Eger na, kes nikare ji me bixwaze ku em çekên xwe deynin."