Îsraîl: Li Sûriyeya Şera, Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyanî di bin metirsiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve ya Îsraîlê bertekeke tund nîşanî gotara Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera da û ew bi piştgiriya "êrîşkarên cîhadîst" tawanbar kir. Herwiha got, li Sûriyeyê jiyana Kurd, Durzî, Elewî û Xiristiyanan di bin metirsiyeke mezin de ye.

Wezîrê Derve ya Îsraîlê Gideon Sa'ar îro 19ê Tîrmehê ji hejmara xwe ya tora civakî “X” ve ragihand, gotara dawî ya Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, piştgiriyeke eşkere bû ji bo "êrîşkarên cîhadîst", ku Şera ew weke "eşîrên Bedo yên sembola nirx û prensîbên hêja" binav kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, Şera di heman demê de qurbanî, ango civaka Durzî ya ku rastî êrîşê hatibû, tawanbar kirine û ev helwesta xwe bi "teoriyên komployê û tawanbariyên li dijî Îsraîlê" pêçaye.

Metirsî li ser kêmaniyan

Gideon Sa'ar encama gotara Şera wiha bi kurtî anî ziman:
"Encam ev e: Li Sûriyeya di bin desthilatiya Şera de, endamtiya kêmaniyekê – Kurd, Durzî, Elewî, an Xiristiyan – pir di metirsiyê de ye. Ev yek di şeş mehên borî de gelek caran diyar bûye."

Banga li Civaka Navdewletî

Di dawiya daxuyaniyê de, Wezîrê Derve ya Îsraîlê bang li civaka navdewletî kir û got: "Erkê civaka navdewletî ye ku ewlehî û mafên kêmaniyan li Sûriyeyê misoger bike û ji nû ve qebûlkirina Sûriyeyê di nav malbata neteweyan de, bi parastina van kêmaniyan ve girê bide."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment