Serok Barzanî ji yaneyên Dihok û Zaxoyê re: Gihîştina we ya fînalê serkeftina Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî, piştî fînala dîrokî ya Kûpa Futbolê ya Iraqê, pîrozbahiyeke germ li herdu yaneyên Dihok û Zaxoyê kir.
Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Tîrmehê derbarê vê bûyera girîng a werzîşê de peyamek belav kir û tê de wiha got: "Pîrozbahiyeke germ li herdu yaneyên Dihok û Zaxoyê dikim ji bo vê serkeftina ku bi dest xistine. Gihîştina we ya fînalê, cihê destxweşiyê û serkeftina Kurdistanê ye."
Fînaleke Dîrokî li Bexdayê
Şeva borî, di fînala Kûpa Futbolê ya Iraqê de, ku li Yarîgeha Şeib a Bexdayê li ber çavê 40 hezar alîgiran hat lîstin, yaneyên Dihok û Zaxoyê hatin hemberî hev. Ev yek di dîroka futbolê de weke bûyereke girîng hat tomarkirin, ji ber ku cara yekem bû du yaneyên Kurdistanî di fînala vê pêşbirkê de dilîstin.
Piştî ku dema normal a 90 xulekan û du nîvên dema zêdekirî bê gol bi dawî bûn, serketiyê maçê bi lêdanên penaltiyan hat diyarkirin. Di lêdanên penaltiyan de, yaneya Dihokê bi encama (5 - 3) bi ser ket û di dîroka xwe de cara yekem bû şampiyonê Kûpa Iraqê.