Amerîka pêşwazî li rêkeftina Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê di civîna xwe ya ligel Serok Mesûd Barzanî de ragihand, Amerîka pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ya derbarê pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêmê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro 19ê Tîrmeha 2025an pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Stephen Fagin û şanda pê re kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Bittner jî amade bû, Fagin tekezî li ser rola Herêma Kurdistanê di seqamgîriya Iraq û navçeyê de kir. Wî herwiha destnîşan kir ku welatê wî xwazyarê Herêmeke Kurdistanê ya bihêz e û aramiya Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû aliyan de ye.
Di beşeke din a civînê de, proseya çareseriyê li Tirkiyeyê û rewşa Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Şanda Amerîkî spasî û pêzanînên xwe ji bo rol û hewlên Serok Barzanî di piştgirîkirina proseya aştiyê li Tirkiyeyê û nêzîkkirina aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û xurtkirina yekrêziya wan de anîn ziman.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî ragihand ku proseya çareseriyê li Tirkiyeyê di berjewendiya hemû aliyan û navçeyê de ye û tekez kir, "Em bi hemû awayî piştgiriya wê proseyê dikin û ji bo serxistina wê çi pêwîst be em ê bikin."
Mijarên din ên hevdîtinê, gavên avakirina kabîneya dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal a Iraqê de bûn.
Di vê çarçoveyê de, şanda mêvan ragihand ku Amerîka kêfxweş e bi rêkeftina ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.