Omîd Xoşnaw: Di 5 salên borî de bi sedan projeyên stratejîk li Hewlêrê hatine cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw projeya Alîkariya Lezgîn a Avê wek "projeya herî stratejîk li seranserê Iraqê" binav kir û ragihand, Bexda di her warî de zilmê li Herêma Kurdistanê dike, heta di mijara deynan de jî para Herêmê nade.

Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw îro 21ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand: "Hewlêr di geşbûn û berfirehbûneke berdewam de ye. Projeya Alîkariya Lezgîn a Gihandina Avê demdirêj û stratejîk e, û herwiha li seranserê Iraqê projeya herî stratejîk e."

Derbarê peywendiyên bi Bexdayê re, Xoşnaw got: "Bexda ji her alî ve zilmê li Herêma Kurdistanê dike, heta di wergirtina deynan de jî para Herêmê nade."

Parêzgarê Hewlêrê bal kişand ser projeyên din ên li paytextê û got, di nava pênc salên borî de bi sedan projeyên stratejîk hatine cîbicîkirin û rêjeya keskahiyê jî dê di demek nêz de were zêdekirin. Herwiha da zanîn, ji bo projeyên rûbirûbûna lehiyê 130 milyar dînar hatiye terxankirin.

Li ser mijara êrîşên dronan ên li ser Hewlêrê Omed Xoşnaw got: "Ew êrîşên dronan ji navçeyên Iraqê ber bi Hewlêrê ve tên arastekirin."

 
Fly Erbil Advertisment