Ji Yemenê mûşekek ber bi Îsraîlê ve hat avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro (Sêşem, 22ê Tîrmeha 2025ê) ragihand, “Piştî êrîşên asmanî yên artêşê ji bo ser bendera Hudeydayê, Hûsiyên Yemenê mûşekek ber bi Îsraîlê ve avêtiye.”

Artêşa Îsraîlê di posteke tora civakî ya Telegramê de ragihand, "Me rê li mûşekan girt û li çend deverên Îsraîlê zenga haydarkirinê jî hat lêdan."

Berdevkê Hûsiyên Yemenê Yahya Saree di daxuyaniyekê de piştrast kir ku, bi pênc dronan êrîşî çend deverên Îsraîlê hatiye kirin.

Berdevkê Hûsiyan herwesa ragihand, "Ew deverên ku êrîşî wan hatiye kirin Balafirxaneya Ben-Gurionê, Benderê Îlatê, Balafirxaneya Ramonê û armancên din ên deverên Yafa û Aşdodê ne.

Yahya Saree herwesa got, "Ew êrîş wekî bersiva êrîşên Îsraîlê tê, ku duhî (Duşem, 21.07.2025) li ser benderê Hudeydayê û çend cihên wê deverê hatin kirin."

Artêşa Îsraîlê duhî (Duşem, 21ê Tîrmeha 2025ê) di beyannameyekê de ragihand ku, wan jêrxaneya leşkerî ya Hûsiyan li benderê Hudeydayê bombebaran kiriye.”

Artêşa navbirî herwesa got, “Armancên wê êrîşê alavên endezyariyê bûn ku ji bo nûjenkirina jêrxaneya wî benderî hatine bikaranîn, herwesa kontênerên sotemeniyê û keştîyên deryayî bûn, ku di çalakiyên leşkerî de tên bikaranîn.

Fly Erbil Advertisment