Serokê Amerîkayê gefan li Îranê dike

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, “Eger pêdivî be, em dê dîsa êrîşî ser dezgehên atomî yên Îranê bikin.”

Donald Trump ev gef li beranberî gotinên Ebas Iraqçî li ser platforma 'Truth social' parve kir û ragihand, “Eger pêdivî be, em dê dîsa êrîşî ser dezgehên atomî yên Îranê bikin.”

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî ji Fox Newsê re got ku, welatê wî dev ji dewlemendkirina uranyûmê bernade, tevî di êrîşa Amerîkayê de zirareke zêde gihîştiye dezgehên wan.

Wezîrê Derve yê Îranê amaje da ku, bernameya atomî ya welatê wî ji bo aştiyê ye. herwesa got, “Tehran amade ye ku bi Waşintonê re dest bi danûstandinên nerasterast bike.”

Serokê Amerîkayê gelek caran tekez kiriye ku, êrîşên Amerîkayê dezgehên atomî yên Îranê bi tevahî wêran kirine.

Donald Trump berê jî ragihandibû, “Ji ber êrîşa wan bo ser dezgehên atomî yên Îranê, çalakiyên atomî yên Îranê ji bo çend mehan paş xistine.”

Îsraîlê li roja 13ê Hezîrana 2025ê êrîşên xwe ji bo ser Îranê dan destpêkirin û şerî 12 rojan vekêşa, ku di encamê de zêdetirî hezar kesan li Îranê hatin kuştin û pareke zêde ji wan fermandarên leşkerî bûn. Herwesa di dema şer de, Amerîkayê sê dezgehên atomî yên Îranê jî bombebaran kirin ku ev bûn; Fordo, Netenz û Esfehan.

 
Fly Erbil Advertisment